14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ANKARA
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê zarokên penaber ên Sûrî 14ê Sibatê Roja Evîndaran ji xwe re wek firsend dîtin û li ser cadeyên bajarê kulîlkên xweşiyê firotin.
14ê Sibatê Roja Evîndaran ji bo hezkiriyan û xweşdiviyan roja xweşî û hestên kûr e lê ji bo penaberan jî wek deriyekî din ê qezenckirina pereyan hat nirxandin.
Welatiyên Sûrî yên ku ji ber şerê DEAŞê û şerê navxweyî terkeserî Hewlêrê bûne li bin çadiran û avahiyên temamnebûyî dimînin, Roja Evîndaran gerandin roja dahatê.
Zarokên penaber ku li ser hemû cadeyên Hewlêrê rijiyabûn û kulîlkên di destê xwe de pêşkêşî evîndaran dikirin, bi saya bidestxistina çend qurûşan vê roja xweş bo xwe jî gerandin xweşiyê.