15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Li Beykoza navçeya Stenbolê kûçikê ku ketibû bîreke ku 70 mêtro kûr, piştî 11 rojan hat xilaskirin.
Li gor agahiyan kûçikek li taxa Deresekiyê kete bîrekê û li ser dengê kûçîk welatiyan qazî tîmên şaredariyê kirin. Tîma Robotîk a Lîseya Teknolojî û Fenê ya Bahçeşehirê bi xebateke serkeftî piştî 11 rojan kûçik ji bîrê derxist.
Xwendekaran xebata xilaskirina kûçik kişandin kamerayê. Hat ragihandin ku rewşa kûçik baş e.
Li Beykozê ev 11 roj bû ji bo xilaskirina kûçik tîmên AFADê, şaredariyê û aktîvîstên mafên heywanan bi hev ra dixebitin.