22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
Nivîskar û rojnameger Çetîn Altan li Stenbolê wefat kir.
Li gorî agahiya hat wergirtin, Altan li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin di 88 saliya xwe da wefat kir.
Çetîn Altan di 22yê Hezîrana 1927an de li Stenbolê ji dayik bû. Piştî perwerdeya xwe ya li Lîseya Galatasarayê, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê kuta kir. Di 1943-44an de helbest û pexşanên wî di kovarên cuda da hatin weşandin.
Altanê ku di rojnameya Ulusê de dest bi rojnamegeriyê kir, di rojnameya Hur Sesê de bi nivîskariya henekan va rojnamegeriya xwe dewam kir. Dû re Altan di kovara Çarşaf û rojnameyên mîna Halkçi, Tan, Akşam, Milliyet, Yenî Ortam, Hurriyet, Guneşê de qunciknûserî kir.
Çetîn Altan di navbera 1965-69an de ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê parlementerî kir.
Herwisa Altan gelek berhemên ku di navê de romanên mîna Binçavkirina Mezin (1973 Xelata Orhan Kemal), Çengek Asîman, Vîskî û Baxê Piçûk hene, nivîsandin.
Altan di dinyayê de yek ji wan rojnamegeran e ku herî zêde qunciknivîs nivîsandin.