22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
KARS
Koşka nêçîrê ya 119 salî ya ku di dema dagirkirina ûris de ji aliyê Çarê duyemîn Nîkola ve li Sariqamişa navçeya Qersê hatiye çêkirin dê were restore kirin û dû re wekî otêl were emilandin.
Armanc ew e ku koşka nêçîrê ya li navçeya Sariqamişê ya ku ji aliyê welatiyan va wekî "Koşka Katerînayê" tê binavkirin restore bikin û di warê tûrîzmê de jê sûd werbigirin. Koşk, li navçeya Sariqamişê ya ku di heyama şerê Osmanî-Ûris de 40 sal di bin dagirkirina rûsan da mabû, bi destê Çarê duyemîn Nîkola ve tê çêkirin.
Fîrmayeke ji Antalyayê ji bo ku tevî muştemîlata wê koşkê restore bike û veguhêze otêlekî, serî li Wezareta Çand û Turîzmê da. Wezaretê daxwaza fîrmayê nirxand û belgeya îzna pêşîn dayê.
Midûrê Bajêr ê Çand û Tûrîzmê yê Qersê Hakan Doganay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku koşka 119 salî bê restorekirin û di warê tûrîzmê de were emilandin ew hewl didin û dixebitin.