19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
İSTANBUL
Hejmara rêwiyan a Rêhewayên Tirkıyê (THY) di serdema rêbendan-îlon a îsal de li gorî heman serdema par 12,2 zêde bû û gihaşt 46,5 milyonî
Li gorî daneyên trafîqê yê serdema rêbendan-îlona 2015an a Platforma Ronîkirina Qamûyê di serdema rêbendan-îlon a 2014an de tevahiya hejmara rêwiyan 41,4 milyon bû. Ev hejmar di heman serdema 2015an de ji sedî 12,2 zêde bû û gihaşt 46,5 milyonî.
Par hejmara bajarên ku seferên balafirê dihatin kirin 260 bûn, îsal ev hejmar derket 277an. Hejmara bajarên xetên navxweyî jî ji 43yan derket 48an û hejmara bajarên xetên dereke jî ji 217an derket 229an.
Par di dawiya îlonê de hejmara balafiran 265 bûn, îsal di dawiya îlonê de ev hejmar derket 298an. Hejmara balafirên kargoyê jî ji 9an derket 10an.