Hikmet Temeş
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2023
Îdareya Taybet a Bajarê Hekariyê ji bo malbata ku sebiyên wan astengdar in rê dibe ber derî.
Fettah Olmezê gundparêz e li ser erdê xwe xwe yê ku li ser Seyîtliya mezreya gundê Geçîmliyê ye xanî çêkir. Olmez di sala 1995an da ji ber êrîşên terorê ji Seyîtliyê derketibû û li Wanê bi cî bûbû.
Aycan û Gulşena qîzên Olmez astengdar in û doxtora gotibûn ku bila herdu jî di nav dar û deviyan da û li ciyen hewa paqij e bijîn û ji bo wan çêtir e.
Olmez jî li ser vê pêşniyazê vegeriya goma xwe û li ser erdê xwe ji bo herdu sebiyên xwe yên astengdar bi rihetî bijîn xanî çêkir lê rê tuneye. Ji ber vê kêmasiyê jî Olmez serî li Îdareya Taybet a Bajarê Hekariyê da û daxwaza wî di cî da hat dîtin.
Îdareya Taybet a Bajarê Hekariyê niha ji bo malbata ku herdu sebiyên wan astengdar in rêya bi qasî kîlometreyek dirêj e çêdike.
Malbat wê bi hêsanî bikaribe here mala xwe û hewcadariyên xwe temîn bike.
Olmez daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji qîzên wî yek 29 û yek jî 25 salî ne û li ser pêşniyaza doxtoran wan biryar da ku vegerin ser axa xwe lê tedawiya qîzan li Wanê dewam dike: "Min daxwazname da û bersiv erênî hat. Ez û malbata xwe em ê li vê derê bijîn û ez ji hemû kesên di çêkirina vê rê yê da keda wan heye ra spas dikim."