Ji bo Yakup Akturkê gundparêz ê ku li Şenkayaya navçeya Erziromê di pevçûna bi endamên rêxistina terorê ra birîndar bûbû û li nexweşxaneyê cangorî bûbû, merasim hat kirin.
Merasim li ber Saziya Tipa Edlî ya Erziromê hat kirin. Piştî merasimê cinazeyê Akturk şandin Şenkayayê.
Waliyê Erziromê Ahmet Altinparmak, Parlementerên AK Partiyê yên Erziromê Adnan Yilmaz û Îbrahîm Aydemir, qaymaqemên navçeyan, erkanên leşkerî û malbata Akturk beşdarî merasimê bûn.
Li texma Eskîkayaya taxa Aydogduya li ser rêya Akşar-Goleyê terorîstan rê birî û otobêsa rêwiyan şewitandin. Li vir pevçûn derket û di pevçûnê da Akturk birîndar bûbû û li nexweşxaneyê cangorî bûbû.