ÎSTANBÛL
Di bin hîmayeya Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk de, bi hevkariya Yakîtiya Acenteyên Tirkiyeyê yên Geştê (TURSAB), qefleya 120 kesî ya ku ji Pîrên Elewî û malbatên wan pêk tê, diçin Necef û Kerbelayê.
Di çarçoveya bernameyê de Pîrên Elewî bi malbatên xwe re sibê zû hatin balafirgeha Sabîha Gokçenê.
Cemîle Yildiza ku dê biçe li ser axa pîroz daxuyanî da nûçeginhanê AAyê û got: "Xwedê Teala kire nesîbê me û em niha ber bi Kerbelayê ve diçin. Xwedê Teala bike nesîbê hemû mirovan. Em ê biçin serdana wan kesên paye bilind. Înşaellah em ê bi xêr biçin û bên."