KARS
Li Karsê, welatiyekî ji bazara heywanan 3 berx kirîn, berx kirin baxaca taksiyê û ber bi mal ve çû. Ev dîmena balkêş bala her kesê kişand.
Di baxaca wesayîtê de serê 3 berxan xuya dikir û ajokarên li ser Xaçerêya Pîşesaziyê bi wesaîtên xwe diçûn, dema ev dîmen dîtin şaş û metal man.
Serokê Odeya Zîreetê ya Sarikamişê Nesîm Gok, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku divê berxên qurbanê bê eziyet bên neqilkirin.
Gok diyar kir ku dîmenên wisa, dîmenên nebaş in.