Cüneyt Çelik
05 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2025
Li Gola Çildirê ya di nava sînorê parêzgehên Qers û Erdexanê da ku qadeke 123 kîlometroçarçik digire, ji ber hewaya sar tebeqeyên qeşayê li ser çêbûn.
Bi şev germahiya hewayê li bajêr daket 10 pileyan di bin sifirê da.
Li texma gundê Taşbaşiyê ya Gola Çildirê ya di nava sînorê parêzgehên Qers û Erdexanê da, beşê qeraxê qeşa girt. Li beşên ku hê qeşa negirtine jî werdek û reşbeşk li xwarinê geriyan.
Arzu Taşdemira ku li keviya golê kargêriyê dike, ji nûçegihanê AAyê ra got,
"Gola Çildirê ku yek ji balkêştirîn cihên geştiyariya zivistanê ye, dest bi qeşagirtinê kir. Emê hêdî hêdî dest bi vekirina sezonê bikin. Piştî demekê, emê xizankên hespan têxin fealiyetê."