Abdullah Tel
25 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Li Sêwasê ji ber hewaya sar qismekî rûyê Gola Ulaşê bo çivîkên koçber ku yek ji wargehên avî ye, cemed girt.
Li navçeya Ulaşa ku germahiya hewayê heta bin sifirê daket qismek rûyê gola ku di sala 2016an da wek "Qada Avî ya Girîng a Neteweyî" hatibû pesendkirin, qerisî.
Ew qada avî ji bo çivîkên xwemalî û koçber mazûvaniyê dike û ji ber cemedgirtinê jî werdek û çivîkên li ser û dor û berê golê dijîn jî rastî zehmetiyê hatin.
Ji ber hewaya sar û cemedê hat dîtin ku çivîkên di golê da dijîn ji bo dîtina qadeke fireh hewl didin.
Qada gol lê ye ji ber ku nêzî bajar û navçeyên derdorê ye jî wek qada seyrangehê jî tê bikaranîn û mêvanên wê kêm nabin.
Ji ziyaretvanên Mehmet Bakir ê ku hatibû xweşiya golê bibîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Gol û der û dora wê gelek xweş e. Goleke gelek xweş e û li gor min ji bo Sêwasî û kesên ji dervayî bajêr bên jî cihekî gelekî xweş e. Ez pêşniyaz dikim ku bila ji bo dîtina vê xweşiyê bên.