Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku qedexekirina derketina derve li navçeyên Çinar, Egil, Erganî, Dîcle, Hanî, Hazro, Kocakoy û Qûlpê heta roja pêncşemê û saet 06.00an hat dirêjkirin.
Walîtiyê daxuyanî da û bi bîr xist ku li gor benda 11/Cyê ya qanûna Îdareya Bajêr ya bi 5442 hejmar, li navçeyên navendê yên wek Baglar, Kayapinar, Sûr, Yenîşehîrê û navçeyên wek Bismil, Silwan û Licê ji ber bûyeran asayîş xerab bû û ji ber vê çendê jî heta saet 07.00an derketina kûçe û kolanan hatibû qedexekirin.
Li gor daxuyaniyê dema qedexekirina derketina kûçe û kolanan li navçeyên Çinar, Egil, Erganî, Dîcle, Hanî, Hazro, Kocakoy û Qûlpê heta roja pêncşemê û saet 06.00an hat dirêjkirin.
Li gor biryarê xebatkarên îdareya ewlehî, tenduristî, îtfaiye, av, xaza siruştî, ceyran û ragihandinê ne tê de, wezîfedarên qamûyê yên din dê nexebitin û bi destûr