Nevzat Umut Uzel
19 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kuçe û kolanan paqijiya biharê kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariyê hat dayîn, ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê li tevahiya bajêr di rêyên sereke da paqijî kirin û der û dor şûştin.
Ekîban di çarçoveya paqijiya biharê da kolanên sereke û peyarê şûştin û ji heriyê safî kirin.