Dema ku hewa germ dibe marên ku zêdetir li çolê tên xuyankirin, li navenda navçeyê jî tên dîtin û welatiyên ku ji ber vê rewşê tengezar in, ditirsin.
Yuksel Aktayê ku li navenda navçeyê rûdinê diyar kir ku dema ew li baxçeyê xwe rûdiniştin rastî marekî mezin hatin.
Aktay destnîşan kir ku ew ji bo xwe û zarokên xwe ditirse û wiha dewam kir: "Wextê ku hewa germ dibe zêdetir mar li bax û baxçeyan digerin. Ev jî me ditirsîne."
Rayedaran jî bal kişandin ku divê gel li dijî talûkeya mar û çilpêyên bi jehr hişyar bin.