Fatih Gazioğlu
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
VAN
Şaredariya Başkaleya navçeya Wanê bi navê "Sifreya Biratiyê" bernameyeke fitarê li dar xist.
Sifreya fitarê li Qada Kentê ya ku nû hatiye çêkirin hat lidarxistin.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredariya Başkaleyê Abdulselam Ozturk jî beşdarî bernameyê bû û fitara xwe bi welatiyan re vekir.
Ozturk piştî xwarinê bêhnekê bi welatiyen re sohbet kir û daxwazên wan guhdar kir. Ozturk Remezana welatiyan pîroz kir û wiha axivî:
"Li navçeya me berê tu hizûr nebû. Niha bi saya we êdî bi hûzir e. Me di salekê de li navçeyê gelek park û qad çêkirin. Me xebatên binesaziyê û qasî 28 kîlometre esfalt çêkir. Em niha jî hewzekî olîmpîk çêdikin. Ev projeyeke girîng e. Ji bo navçeyê û gelê me bila ser xêre be."