ANKARA Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Kurdî hema bêje li her derê qedexe bû. Gotin qedexe rabûye lê li gelek qadên jiyanê astengî hebûn. Weşanên televîzyonê tunebûn, dayikan li girtîgehan nedikariyan ku kurdî biaxivin, nedikariyan kurdî parastinê bikin. Di hemû qadan de ev pirsgirêk di heyama AK Partiyê de hatin çareserkirin. Me digel hin kesan vê yekê tenê serê xwe kir."
Akdogan di çarçoveya xebaten hilbijartinê de çû Haymanaya navçeya Ankarayê û beşdarî çalakiya Hefteya Jidayîkbûna Pîroz a ku li Mizgefta Yeşilkoyê hat lidarxistin bû.
Akdogan qal kir ku di bûyerên terorê de 44 hezar mirov mirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Me bi pêvajoya çareseriyê got ku 'bila dayîk negirîn, hêstirên ku dibarin bila bisekinin, bila yekîtiya me xurt bibe, biratiya me qewî bibe.' Mirovên me çi heq bikin em ev 13 sal in ji bo bicîanîna wê şev û roj dixebitin. Kurdî hema bêje qedexe bû. Gotin qedexe rabûye lê li gelek qadên jiyanê astengî hebûn. Weşanên televîzyonê tunebûn, dayikan li girtîgehan nedikariyan ku kurdî biaxivin, nedikariyan kurdî parastinê bikin. Di hemû qadan de ev pirsgirêk di heyama AK Partiyê de hatin çareserkirin. Me digel hin kesan vê yekê tenê serê xwe kir. Yek ji wan kesên ku niha diaxivin wê heyamê piştgirî nedan me û her dem ev biçûk dîtin. Îro hewl didin ku li Başûrê Rojhilat di bin siya çekan de kampanyaya hilbijartinê bikin. Kurd layiqê vê nînin. Em hemû mecbûr in ku bi hev re biratiya xwe bilind bikin. Em mecbûr in ku li gor wê peyama pîroz a ku Pêxemberê me dabû jiyana xwe berdewam bikin."