Hikmet Temeş
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Komeke siruşthezên ku endamên Kûluba Sporên Siruşt, Çiyagerî û Golên Sata Cîloyê (CÎSAD) jî di nav wan da bûn derketin devera Keleha bayê lê ye.
Di daxuyaniya komeleyê weşand da hat gotin ku piştî meşa bi qasî saet û nîvekê dewam kir koma ji 50 kesî pêk dihat derket herêma raqima wê 2 hezar û 25 e û dîmenên herêmê kişandin.

Nûnerê Federasyona Çiyageriya Tirkiyeyê yê Bajêr Nacî Ertunç diyar kir ku ew di pêlekanên hesin ên di nav zinaran da derketin lûtkeyê.
Ertunç got ku ew dixwazin balê bikişînin ser xweşiyên siruştî yên Hekariyê, ji rayedaran ra spas kir û diyar kir ku xebatên wan ên wiha wê dewam bikin.