Sidar Can Eren
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
Li Tunceliyê grûbek çiyager li navçeya Ovacixê hilpaskî Girê Gelîncîkê bûn.
8 çiyager di kordînasyona Nûnertiya Bajêr a Çiyageriya Zîrweyê da gihîştin hev û di çarçoveya hilpaskbûna zivistanê da çalakî li dar xist.
Çiyager bi wesayîtan heta gundê Adayê yê li ser navçeya Ovacixê çûn û li vê derê piştî kutakirina amadehiyan ber bi Çiyayên Munzurê va hilpask bûn.

Di parkura ku çiyager tê ra çûn qalindahiya berfê mêtreyek e. Çiyager nêzî 8 saet û nîvan hilpaskî gir bûn ku 2800 raqim e.
Çiyager qasekî li serê Girê Gelîncîkê geriyan û wêne kişandin.
Ji çiyageran Îskender Dogan ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan bi çalakiya gerê va piştgirî da danasîna bajêr.
Dogan daxuyand ku Tuncelî her demsal xweş e û wiha dewam kir, "Çiyayên Munzurê her wext balê dikişînin. Em bi hevalên xwe ra hilpask çiyê dibin. Em vê carê hilpaskî Girê Gelîncîkê bûn. Rêwîtî dijwar bû, lê xweş derbas bû."
Çiyager Hasan Yildiz daxuyand, ew beşdarî gerên siruştê dibin û ji stresê dûr dikevin.