Abdullah Tel
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
TUNCELÎ
Îsmet Karakayayê (60) ji Şanliurfayê ku di vî emrê xwe da hê jî dixebite ji bo debara malbata xwe karê xwe li Tunceliyê didomîne.
Karakayayê bi xwediyê keriyê pez ra li hev kir û niha ji bo nanê xwe qezenc bike li quntara çiyayê Mûnzirê pezê xwe diçêrîne.
Di daxuyaniya xwe ku Karakaya da nûçegihanê AAyê da got ku di nav şert û mercên gelek zor û zehmet da wî li gelek bajaran şivanî kiriye û wiha pê da çû: "Li Sêwerekê ji ber debarê min dest bi vî karî kir. Ez 60 salî me û heyata min bi şivantiyê derbas bû. Ez bişev, biroj, di rojên bi berf, baran, şilî û şilapeyê da li derva bûm. Rewşa me jî pir baş nîne lê dîsa jî şikir ji Xwedê ra ez şivantiyê dikim."
Karakaya diyar kir ku ev 40 sale şivantiyê dike û wiha domand: "Ez şivantiyê ji bo pezê xelqê şivantiyê dikim ne ji bo yê xwe. Ew jî çend quriş mehanî didin. Em keriyê pez biharê dibin zozanan. Sir û seqem heye, bişev gur tê pez. Em aciz dibin. Karekî hêsan nîne lê em ji mecbûrî dikin."