Fırat Taşdemir
31 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2025
Sê mehên miqedes ku receb, şaban û remezan in, sibê dest pê dikin.
Di sê mehan da şevên Rexaîb, Mirac û Beratê û her wiha şeva Qadirê hene ku firsenda hîsiyata dînî dide Misilmanan ku bi ser îbadetên xwe da hûrtir bin û jiyana xwe têxin ber jêpirsîn, nûkirin û dewlemendkirinê.
Li gorî agahiya li ser malpera "vakithesaplama.diyanet.gov.tr" ya Beşa Hesabkirina Wextan a Serokatiya Karûbarên Diyanetê, rojek piştî meha recebê ku destpêka sê mehan e, di 2yê Rêbendanê êvara pêncşemê şeva Rexaîbê dê were îdrakkirin.
Piştî îdrakkirina şeva Rexaîbê di 2yê Rêbendanê da, şeva Miracê di 26ê Rêbendanê da û şeva Beratê di 13ê Sibatê da, meha remezanê dê di 1ê Gulanê da dest pê bike.