Abdullah Söylemez,Sidar Can Eren,Yusuf Ayas,Günay Nuh,Tevhid Furkan Nehri
31 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2025
Li Erzirom, Agirî, Tuncelî û Erdexanê ji ber hewaya sar ava çem, kanî û şadirvanan qeşa girt û li navenda bajêran mij û dûman çêbû.
Li Erziroma ku germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 10 pile hat pîvandin, li ser paceyên rawestgehên otobêsan yên girtî qeşa çêbû.
Ji ber hewaya sar li ser banê xanî û şadirvanan şembelûk çêbûn.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber hewaya sar paceyên wesayîtan qeşa girt.
Hin welatiyan ji bo ku ji sermayê biparêzin betanî û pîne avêtin ser wesayîtên xwe.
Dîmenên mij û dûmana ku li deşt û çiyayan pêçaye bi drone hatin kişandin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî ji ber hewaya sar li hin kuçeyan qeşa çêbû.
Li bajêr dar û beran qiravî girt.
Çem û sûlavên li geliyên Munzur û Pulumurê bi qismî cemed girtin.
Li ser hin çiyayên herêmê mij û dûman çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewaya sar bi bandor e.
Li navenda bajêr û li navçeya Goleyê hewaya sar bû sedema qeşayê.
Li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.