İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
19 Nîsan 2023•Rojanekirin: 21 Nîsan 2023
Şîranîfiroşên Mûşî ku ji bo Eyda Remezanê siparîş hildane li ser karê xwe ne û dixebitin.
Li dikanên şîranî difiroşin ji bo peqlewa, qedayîf, gulaç û şîraniyên din çêbikin bişev û roj dixebitin.
Xwediyê pastexaneyê Veysel Oksaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wekî hemû cejnan di vê cejnê da jî şîraniyên bişerbet zêdetir tên kirîn û wiha domand: "Kar û barê me çend roj berê zêde bû. Em niha ji bo siparîşên rojane bigihijînin hewl didin. Westayên me bi 2 wardiyeyî dixebitin."
Kîloya şîraniyên li pastexaneyê di navbera 130 û 450 lîreyî da tên firotin.