Fatih Gazioğlu
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2018
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê xêrxwazekî sandaliya biaku bi diyarî da astendarekî.
Li gor agahiyan, Selahattîn Bîtkenê 20 salî û astengdar e li ser medyaya civakî jî Mahmut Tatarê ku sandaliyên biaku bêpere temîr dike, ji bo xwe sandaliyeke biaku xwest.
Xêrxwazekî jî li ser vê daxwazê xwest bibe alîkar û sandaliyeke biaku kirî û teslimî Mahmut Tatar kir.
Tatar jî sandaliya biaku hilda û çû taxa Barbarosê û sandaliyeya Bîtkenê astengdar teslim kir.
Selahattîn Bîtken ji ber vê alîkarî gelekî kêfxweş bû û wiha got: "Ez bi vê sandaliyeyê êdî dikarim derkevim derva û ji xwe ra bigerim. Xwedî jî wî xêrxwaz û kesên din ên ku alîkar bûn razî be."