VAN CEMAL AŞAN
Li gundê Orenburça navçeya Sarayê ya girêdayî bajarê Vanê Emîne Suzan Solgun wek hemşîreya salê hat hilbijartin. Solgunê hewl da ku jin li nexweşxaneyê biwelidin û bi vî awayî rê li ber mirina dayik û zarokan girt.
Emîne Solgun 6 sal ewil Lîseya Pîşeya Tenduristiyê ya Mersînê qedand. Tayîna wê derkete gundê Orenburçê. Solgun bi xizmeta xwe ve navê xwe dide gotin. Emîne Solgun di destpêka wezîfeya xwe de li gund lêkolîn kir û dît ku jin li malê di nav rewşên netendurîstî de diwelidin. Ji bo ku ev rewş biguhere bi jinên gund re yek bi yek axivî û ew qanî kirin ku welidandina li nexweşxaneyê ji malê çêtir e. Bi van xebatan wê welidandinên li malê ji holê rabûn.
Emîne Solguna ku ji ber xebatên xwe ji hêla Midûriyeta Tenduristiyê ya Wanê ve hemşîreya salê hate hilbijartin nûçevanê AAyê re got ku, ji ber welidandina li malê hejmara mirina dayik û zarokan zêde bûye. Ev rewşa wan a tenduristî ne baş bûye. Ji ber ku li hember vê rewşê bisekine ew gelek xebitiye. Di rojên ewil de her çiqas tengasiyan bikşîne jî ji ber henûnî û alikariya mirovan bi ser ketiye.
Solgunê diyar kir ku ji bo pirsgirêkên jinan fêm bike kurmancî hîn bûye û wiha got: "Niha hindik be jî dikarim kurmancî biaxivim. Ev alikariya min dike ku em hevdu rehet fêm bikin. Mirovan ez wek keseka malbatê hesibandim. Ji ber vê ye ku ev 6 sal in ez li vir dixebitim. Tayina min derket lê min nexwest ku ez herim û ez hîn li vir xizmetê dikim."