Li herêmê hewaya sar berdewam dike û ji ber vê yekê jî welatiyên ku li gundên Başqeleya Wanê dijîn tedbîran hildidin.
Welatiyên ku li gundê Albayraqa ku 22 kîlometreyî dûrî navçeyê dijîn ji rêxê sergînan çêdikin û ji goman jî kermayan dibirin û zivistanê wan di sobe û tendûran de dişewitînin û malên xwe germ dikin.
Seyfî Aybarê ji gund diyar kir ku ji ber sermahiyê jiyana li gundan gelekî zor dibe û ew jî ji bo ku xwe germ bikin ji rêxê sergînan çêdikin û ji goman jî kermayan dibirin û zivistanê pê xwe germ dikin.