ERZURUM
Her çiqas meha biharê be jî li herêma Rojhilatê Anadoluyê hê car caran berf dibare.
Sarikamişa navçeya Qersê piştî barîna berfê bi tevahî spî bû. Li daristanên taxa Soguksu û Sulu Dereyê berfîn û sosinên ku derketin di bin berfê de man.
Qalindahiya berfê li Bidlîs û Agiriyê 4, li Mûşê 3, li Hekariyê 2, li Wan û Qersê 1, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokena Erziromê, ya li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê û Navenda Xweşiqitandinê ya Cibilteoeyê ya Sarikamişa 40 santîmêtro hat pîvandin.
Bişev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê di bin sifirê de 5, li Bidlîs û Erziromê di bin sifirê de 1, li Wan, Mûş û Hekariyê sifir, li Agiriyê 1, li Erzîncanê 4, li Îdirê 6 pîle hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Bidlîsê 5, li Qers, Agirî, Hekarî, Mûş, Wan û Erdexanê 8, li Erziromê 9, li Erzîncanê 14, li Îdirê 18 pîle be.
- Wan
Li Wanê şev berf barî û di trafîkê de şofêran acizî kişandin ku bi rehetî wesayîtên xwe biajon.
Welatiyan berfa barî paqij kir, lê berfê zirarê da darên fêkî û zeviyan.