Haydar Şahin
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
AGRI
Walîtiya Agiriyê bi çapkirina pirtûka xwarinên herêmî yên Agiriyê va dest bi weşana çandî ya ewil kir.
Di pirtûka ji 256 rûpelan pêk tê ya Walîtiyê çap kir da terîf û dîmenên kêmzêde 180 xwarinên herêmî yên ji 7 navçeyên Agiriyê cî digrin.
Walî Suleyman Elban bal kişand ku Agirî li ser Rêya Îpekyoluyê ya ji Asyaya Navîn tê rojhilatê ye û got ji bo çanda xwarinên herêmî yên Agiriyê bigihînin nifşên nû pirtûk çap kirin.
Elban got, "Agirî û Bazîd ji serdemên kevn vir da girîngiya xwe diparêzin û ji gel ra wargehiyê dikin" û wiha pê da çû:
"Herêma Bazîdê di heyama Osmaniyan da navenda sancakê bû û ji bo herêmê bû bajarê çandê yê girîng. Çanda xwarinpêjiyê ya Agiriyê zehf kevn e, gelek xwarinên xwe yên taybet hene. Di nav van xwarinên taybet da selekelî, goşteberx, kibaba sehenê, zexme, keledoşa mêweyên hişkkirî, tirşok, sengesîr, şorbeya sebzeyan a denê ceh, şorbeya gulikê, kibaba çiyê, kibaba sirdanê, berxa dîzê ya tendûrê, bozbaş, kiftteyên gilêkor, bilxurê erişteya bi nîsk, kilor, bînsel, eşûre, şirînahiya zulbiya û kifteya ebdîgorê ya xwarina diyetê ya herî kevn a Anadoluyê hene. "
Elban got li Agiriyê xebatên zanîstî yên li ser kevneşopiya çanda xwarin û xureka herêmî zehf kêm in û wiha axivî:
"Li Agiriyê xebatên li ser çanda xwarin û xurekê kêm in, ligel vê gelek cure çêreyên biyanî, sebze, mêwe, şorbe, savar, birinc, xwarinên bi goşt an bê goşt, tirşîn, sîrke, şerbet, reçel li ber ji bîrkirinê ne. Di vê pirtûkê da cara ewil 180 cure xwarinên herêmî hatin nirxandin û belgekirin. Bi vê pirtûkê va armanca me ew e ku di encama senteza çanda bi sedan salî da gelek cure şorbe, savar, birinc, xwarinên bi goşt an bê goşt, xwarinên ji ar tên çêkirin, şerbet, reçel û şirînahî hatine çêkirin, wan tescîl bikin, patenta wan bistînin û ji nifşên nû ra bihêlin."