E.O
29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
HAKKARÎ
Li Çukurcayê di êrîşa terorê ya ku birin ser hêzên ewlehiyê yên ku kontrola rê dikirin de 8 esker şehîd ketin û 5 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li herêma Doganliyê ya navbera Çukurca û Hekariyê mensûbên PKKya rêxistina terorê bi çekên lûledirêj êrîşî eskerên ku kontrola rê dikirin kir.
Di pevçûna ku derket de 8 esker şehîd ketin û 5 esker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku eskerên birîndar sewqî nexweşxaneyên li Hekarî û Çukurcayê kirin, pevçûn berdewam dikin û gelek wesayîtên bizirx sewqî herêmê kirin.
Li herêmê operasyonên ku ji asîmanan piştgirî didinê berdewam dikin.