19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Gelek werzişvanên bi nav û deng bi rêyên cuda piştgirî dan penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ya ku 7 salên xwe temam kir revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê.
Gogvan û baskêtvanên bi nav û deng qampên penaberan ziyaret kirin, di maperên medyayê û yên xwe da peyam weşandin û piştgirî dan penaberan.
Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê piştî şerê cîhanê yê 2yan wek drama herî mezin tê qebûlkirin. Di nav werzişvanên ku piştgirî dan penaberên hewcedar da Crîstîano Ronaldo, Francesco Tottî, Dejan Lovren, Paulo Dybala, Mesut Ozîl, Pau Gasol û Indira Kaljo jî hene.
- Piştgiriya herî mezin ji Ronaldo hat
Crîstîano Ronadyonê ji Portekizê yê ku di Real Madrîda taxima Lîga Ewil a Îspanyayê da dilîze bi taybetî bi piştgiriya ku dide zarokên ji Sûriyeyê va balê dikişîne.
Vîdeoya ku Ronaldo ji bo piştgiriya zarokên ji Sûriyeyê weşand kêm zêde 15 milyon carî hat temaşekirin û bi destê ji 2 milyonî zêdetir kesî va jî hat ecibandin.
Vîdeo di Facebookê da 10,5 milyon carî hat temaşekirin, bi destê 750 hezar kesî hat ecibandin, 150 hezar carî hat parvekirin û 30 hezar şîrove li binî hatin nivîsandin.
Vîdeo di hesabê werzişvanê navdar a Instagramê da 4,1 milyon carî hat temaşekirin, bi destê 1,4 milyon kesî hat ecibandin û 50 hezar şîrove li binî hatin nivîsandin.
Wek mayîn Ronaldoyê bi Angelîna Jolîeya lîstikvana sînemeyê ra di rêzefîlma tirkan a ku tê da qala jiyana penaberên ji Sûriyeyê yên li Gazîentabê dikin da bilîze.
- Ji Tottî banga "sûcên şer bidin sekinandin"
Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî 9 milyon û 200 hezar zarokên ji 18 salî piçûktir mihtacî alîkariyê ne. Yek ji lîstikvanê fitbolê yê ku li hemberî vê dramê bêdeng nema jî Francesco Totti ye ku di klûba kevn a Îtalyayê, Romayê da dilîze.
- "Her zarokek zarokê min e"
Paulo Dybala ku di klûba Juventusê a ji Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Îtalyayê (Serie A) da dilîze jî yek ji wan fitbolîstan e ku bona zarokan peyama piştevaniyê şand.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Sûriyeyê hejmara penaberên ku ji ber şerê navxweyî welatê xwe terikandin ji 5 milyonî bihurî.
Antonios Nikopolidisê 46 salî ku kalevanê berê yê Tîma Neteweyî ya Yewnanistanê ye, bi navê "Hêvî" tîmeke fitbolê damezirand ku piraniya wê ji penaberên Sûriyeyê pêk tê.
- Ji Mesut Ozil piştevanî
Gogerê alman Mesut Ozil ku bi eslê xwe tirk e û vêga di tîma Îngiltereyê, Arsenalê da dilîze jî par kampa Zaatrî a li Urdinê ziyaret kir. Li kampê eleqeyeke mezin nîşanî Ozil dan û herwiha wî jî bi zarokên penaber ên ji Sûriyeyê ra fitbol lîst.