18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Herana navçeya Şanliurfayê bi xaniyên xwe yên biqube û mekanên xwe yên dîrokî deriyên xwe ji ziyaretvanên çandê ra vekir û bi hêvî dest bi sezona tûrîzmê kir.
Herana ku di nav ciyên herî dîrokî da tê nîşandan û demekê ji Asûrî û Emewiyan ra paytextî kiriye di nav mekanên ku tûrîstên çandê herî zêde tercih dikin da cî digre. Xirbeyên zanîngeha Îslamê ya ewil jî li vê derê ne.
Navçe ji bo wênekêşan wek studyoyeke tebiî ye, bi malên xwe yên bi qube va jî bala tûrîstên biyanî û xwemalî dikişîne. Navçe bi rasatxane û Mizgefta Mezin a ku ji heyama Emewiyan maye va jî ziyaretvanan derdixe rêwîtiya dîrokê.
Qaymeqam Temel Ayca daxuyanî da nûçeghanê AAyê û got, "Eşkere ye ku îsal yê ji bo tûrîzmê zehf baş derbas be."
Qerebalixî heye
Reşat Ozyavuzê esnaf ê ji Heranê jî diyar kir ku dawiya hefteyê gelek tûrîst tên ku navçeya dîrokî bibînin.
Ozyavuz got bi taybetî jî tûrîst ji bajarên mezin tên navçeyê û wiha pê da çû: "Em ji qerebalixiya tûrîstan a îsal kêfxweş in. Dawiya hefteyan ji bajarên dorberê, ji bajarên wek Enqere, Qonya, Qeyseriyê gelek ziyaretvan tên. Dawiya hefteya 800-900 ziyaretvan tên navçeya me. Heke wiha dewam bike em bawer dikin îsal hejmara ziyaretvanan ew ê zêde be."