ANKARA
Teblîxa Wezareta heywandarî, Çandinî û Xurekê ya der barê Piştgirîdayîna Ajaldariya Organîk de îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Teblîx ji bo diyarkirina hîm û ûsulên piştgirîdayîna ajaldariya organîk de ye ku ji bo ewlehiya xurekê, refaha ajalan û parastina jêderkên sirûştî tê kirin.
Hikmên teblîxa ku îro ket meriyetê ji 1ê kanûna paşîna 2013an vir ve derbasdar e. Li gor teblîxê xebatên Peredayînên Piştgirîdayîna Ajaldariya Organîk (OHD) dê ji hêla Midûriyeta Giştî ya Hilberîna Nebatî (BU GEM) û mîdûriyên bajar û navçeyan û saziyên peywirdar ve bê rêvebirin.
Saziyên rayedar dê daneyên Pergala Agahîyê ya Çandiniya Oragnîk (OTBÎS) û sazkirina belgeyên munasibiya kesên ku ji bo OHDê serî lêdane dê qeyd bike. Sazî dê ji nirxandina îtirazan û sererastkirina wan jî berpirsyar be.
Kesên ku dixwazin ji piştgiriya ajaldariya organîk (çêlek, gamêş, golik, mî û bizin) sûd wergirin divê ji 7ê cotmeha 2013an heya 22yê sermaweza 2013an heta wextê qedandina mesaiyê serî li midûriya bajar û navçeya ku li wir qeyda OTBÎSê kiribûn, bidin.
Kesên ku dixwazin ji piştgiriya kewarên bi mêş ya organik sûd wergirin divê ji 9ê îlona 2013an heya 11ê cotmeha 2013an heta wextê qedandina mesaiyê serî lî midûriya OBTÎSê ya ku li wir qeyda xwe kiribûn, bidin.
Kesên ku ji bo peredayinê munasîb bin dê serê dewar û gamêşa 150, serê golika 50, serê mî û bizina 10 û serê kewara meşan jî dê 5 lîreyan bistîne.
Peredayîn piştî ku pere hat bankayan dê li ser hesabên xwedîkerên ajalan yên li gor Îcmal-1ê peredayina OHDê yê ku ji hêla midûriyên bajar û navçeyan hatibû vekirin, dê bê dayin.
Plana peredayîna OHDê piştî lêkolînên der barê xwedîkerên ajalan de biqedin, dê ji hêla wezaretê ve bên diyarkirin. Piştî ku qontrol temambûn û wezaretê telîmatên der barê perdeyînên OHDê şand bankayan dê peredayîn jî dest pê bike.
Midûriyên bajar û navçeyan dê ji îlankirin û bergirî girtina şert û wextê serîlêdanên piştgiriyan, berpirsyar bin.
Qontrolên dezgehên çandiniya organîk dikin dê ji hêla beşên çandiniya organîk (OTB) ve bê kirin. Endamên OTBê piştî ku serîlêdanên OHDê dest pê kirin dê di bin çarçaveya sepanên OHDê de pêşlêkolînan bikin.
Kesen ku bi neheqî pereyên piştgiriyê girtine dê li gor qanûnê perê ku standine ji wextê peredayînê ve bi zema derengî dê ji wan bê standin.
Kesên bûne alîkar ku xwedîkerên ajalan bikarin bi neheqî ji peredayînan sûd wergirin jî dê bibin şirîkê paş de standina peredayînê.
Ji bilî pereyên ku bi belgeyên xeletiyeke îdarî hatine sazkirin, hatine dayîn xwedîkerên ku bi neheqî ji van peredayînan sûd wergirtine heya 5 salan bi tu awayî nikarin ji piştgiriyên peredayînê sûd wergirin.