İSTANBUL
Ev pergala ku li Îngilistanê tê bikaranîn û avjeniyê hîne bebikên 0-12 mehî dikin, Ayşe Nathalîe anî Tirkiyeyê jî.
Mamosteya Avjeniyê ya Aquababîesê Ayşe Natalîe Akcan, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn keçika wê ya ku du sal berê ji dayik bûbû, pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn û wiha got: ''Min dît ku bebika min di nav avê de pir rehet dibe. Li ser vê yekê min lêkolîn kir ku bernameyên avjeniyê yên ji bo bebikan hene an na, mixabin tune bûn. Min biryar da ku ez çêkim. Di encama lêkolînan de rastê Aquababîesê hatim û min ev dibistan ava kir.''
Akcan aşkere kir ku ji ber pirsgirêkên bebika xwe dest bi vî karî kir, lê dema ku min dît di bebikên derdora min de jî ev pirsgirêk hene, min bername belav kir.
Akcan wiha dewam kir: ''Piştî ku dayik pê hesiyan, daxwaz jî zêde bûn. Bi vî awayî min bername berfireh kir.''
Ayşe Natalîe Akcan diyar kir ku di nav du salan de hejmara bebikên wan gihişt 600î.
Avjenî mehdê bebikan vedike
Akcan wiha axivî: ''Ji bo me bezîna maratonê çi ye, ji bo bebikan jî avjenî ew e. Piştî avjeniyê xweşik xweşik radikevin. Bi taybetî dê û bavên ku dawiya hefteyê tên, ji vê yekê pir hez dikin. Avjenî mehdê bebikan vedike. Her wiha nan û xwarina wan jî dixe nav pergalê û hestiyên wan jî bi qewetê dike.''
Bebika 10 meh û nîvî avjeniyê dike
Belîz Demîrcîoglû Cîhandîde da zanîn ku bebika wê ya 10 meh û nîvî ji bo avjeniyê tê perwerdekirin û kurê wê Ali Emreyê 4 mehî jî dest bi perwedeyê kiriye.