Bajarê Vanê berê pêdiviya goştê sor yê welêt pêk dianî, lê ji ber bûyeran û pirsgirêkên ewlehiyê, li herêmê heywandarî kêm bû û hejmara heywanan jî kêm bû.
Bi xebatên Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê û bi pêvajoya çareseriyê, li herêma rojhilat û başûrê rojhilat, potansiyela heywanan zêde bû.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Vanê Fevzî Altûner diyar kir ku ji sedî 48 nifûsa Vanê, bi çandinîyê debara xwe bi dest dixe û aboriya bajêr piranî li ser heywandariyê ye.