Önder Beyter
27 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Komek xwendekarên Zanîngeha Hekariyê di konê fitarê yê Şaxa Heyva Sor a Hekariyê da xwebexş dixebitin û xizmeta welatiyan dikin.
Şaxa Heyva Sor a Hekariyê di konê fitarê ku li baxçeyê walîtiya berê vegirtiye da rojê ji bo 750 kesî xwarina fitarê derdixe.
20 xwendekarên Zanîngeha Hekariyê jî xwebexş tên konê fitarê û li vê derê mase û sandalyeyan datînin, xwarinê didin ber welatiyan û bi vî awayî alîkariyê didin ekîbên Heyva Sor.

Xwendekarên ku tevahiya meha remezanê tên konê fitarê, ji nêzîk va bi welatiyan ra eleqedar dibin û piştî ku herkes fitara xwe vedike, paşê ew jî fitara xwe vedikin.
Xwendekar Gulistan Bilgiçê diyar kir ku li zanîngehê komek ava bû ku bi awayekî xwebexş di konê fitarê da bixebite.
Rêveberê Şaxa Heyva Sor a Hekariyê Ahmet Karadeniz jî diyar kir ku welatî eleqeyeke germ nîşanî konê fitarê didin û wiha got, "Heya niha me qedera 16 hezar însanî ezimand. Di vê çarçoveyê da ji Zanîngeha Hekariyê xwendekarên xwebexş tên û alîkariyê didin me. Em ji ber vê eleqeyê, sipasiya wan jî dikin."