04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ANKARA
Di operasyona ser rêxistina terorê da, do li Hekarî, Mêrdîn û Şirnexê 13 endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz hatin kuştin.
Li ser malpera Serokatiya Sererkaniyê, der heqê bûyerên girîng ên do li welêt qewimîn da agahî hat belavkirin.
Li gor vê agahiyê li Çûkûrcaya navçeya Hekariyê 10 terorîst hatin kuştin.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, operasyon hat kirin û di operasyonê da terorîstek hat kuştin, herwiha hejmara terorîstên li herêmê hatin kuştin gihîşt 325an.
Di operayonê da 4 teqemeniyên destî hatin îmhakirin û tevî vana hejmara teqemeniyên li herêmê hatin îmhakirin gihîşt 754an.
Li Şirnexê 2 endamên rêxistina terorê hatin kuştin. Hejmara terorîstên ku di operasyonên ser bajêr da hatin kuştin gihîşt 299an. Di operayonê da 6 teqemeniyên destî hatin îmhakirin û hejmara teqemeniyên hatin îmhakirin jî gihîşt 853an.
Terorîstê ku ji stargehên li bakurê Iraqê revî, li Silopiyê teslîmî hêzên ewlehiyê bû.