14 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê ji 7 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê "xweseriya qaşo" de tê kirin de hatibûn binçavkirin, Arîkara Şaredar Derya Çîftçî jî di nav de 6 kes hatin girtin.
7 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê der heqê îlana "xweseriya qaşo" ya li navenda bajêr hat kirin dike de hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê kirin.
Dozgeriyê piştî îfadeyên wan Derya Çîftçiya Arîkara Şaredar, Hasan Yîgît, Kazim Yalçinê endamên Meclisa Şaredariyê, Serokê Lijneya Kontrolkirinê yê Hekariyê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê Metîn Demîrer, Hamdullah Çelebîoglu û Îsmet Tûncer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir.
6 kesên ku sewqî dadgehê kirin hatin girtin û ew xistin girtîgehê.
Ji birêvebirên berê yên BDPyê Omer Kaya jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.