Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tenê çavê van kor nîne û guhê van ker nîne, di heman demê da wijdana van têk çûye. Digel ku hesab nizanin, haya van ji mirovahiyê jî tuneye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Şanliurfayê Qada Topçiyê de di merasima vekirina komî da axivî.
Erdogan bi tirkî, kurdî û erebî silav da welatiyan û dest bi axaftina xwe kir.
Erdogan behsa penaberên sûriyeyî kir û wiha got: "Jinên ku dergûşê wan hene, naçar mane û xwe spartine me, kalên reben ên ku ah di wan da nemaye bi çavên xwe yên şil va xwe sipartin me, zarokên ku tengasî kişandin û hêviya wan ji bo paşerojê heye hatin û xwe sipartin me. Em nikarin van teslîmî zaliman bikin. Çi ye? 'Wê bi dahata vir va îkramiyeyê bide teqawîdan.' Tenê çavê van kor nîne û guhê van ker nîne, di heman demê da wijdana van têk çûye. Digel ku hesab nizanin, haya van ji mirovahiyê jî tuneye."
Serokomar Erdogan behsa xizmetên ku di nav 12 salan de li Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê kirine, kir û wiha dewam kir: "Ez çima behsa van dikim? Min 12 salan serokwezîrtî kir, qey mafê min e ku ez behsa xizmetan bikim. Lewra hinek ji van aciz dibin. Serî li YSKê didin û dibêjin ku 'Bila Serokomar dernekeve meydanan'. CHP miracaat dike 'bila dernekeve', MHP miracaat dike 'bila dernekeve', HDPya ku rêxistina terorê piştgirê wê ye 7 caran miracaat kir got 'bila dernekeve'... Ez ji nav millet hatim, ez aliyê millet im, ez wek serokomarê ewil yê millet hatim û hilbijartin. Ji ber vê çendê ez dibêm qey ku ev millet wê di 7ê hezîranê da bersivê bidin van. Hûn ji bo vê amade ne? Bi tirkan va, bi ereban va, bi zazayan va, çi hebe, em ê hemû bi hev ra bersivê bidin ne wisa?"
Erdogan got ku "Me çil û çiya û deşt û zeviyan ra av anî Şanliurfayê. Hinek jî mixabin li Wanê ji mûslixan xwînê diherikîne. Vaye rêxistina terorê piştgirê vê şaredarî û partiyê ye. Ji mûslixê xwîn tê hîç? Vaye van welêt perçe kir. Ev in li welêt cudaxwaziyê dikin. Gotin kurd, gotin ereb. Derdikevin meydanan, dibêjin 'em ne cudaxwaz in' Tu cudaxwaz bixwe yî."
"Em ji bo jiyanê hewl didin, lê mixabin zihniyeta ku rêxistina terorê piştgiriya wê dike hê li pey xwîn, can, tehdît û tedhîşê ye. Navê wê jî danîne 'siyaset'. Ev siyeseteke çawa ye ji bo Xwedê? Meriv di siyasetê da xwe davêje pişt rêxistina terorê? We di 6 û 8ê cotmehê da mirov derxistin kuçe û kolanan û hûn bûn sedema mirina 50 kesî, siyaset ev e? Hê duh li Edliyeya Çaglayanê dozgerekî me şehîd kirin û bi bombeyan va milletê me tehdît dikin. Siyaset ew e ku hûn herin bi wan ra hevaltiyê bikin? Siyaset ew e ku hûn û lobîyên êrmeniyan ra tevkariyê bikin? Yekane armanca van lobiyan dijminiya vî welatî û gelê vî welatî ye.