Elif Orhan
29 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Yekîneya siwarî ya ku ji Fermandariya JAKEMê ji bo demekî berwext li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Wanê hatin peywirdarkirin li peravên Edremitê aramî û ewlehiyê pêk tînin.
Edremita yek ji navçeyên li perava Gola Wanê ye bi perava nû hat çêkirin bû yek ji destînasyonên turîzmê yên girîng.
Yekîneya siwarî ya ku ji Fermandariya JAKEMê ji bo demekî berwext li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Wanê hatin peywirdarkirin li seranserê peravaên Gola Wanê yên ku wesayîtên bimotor nikarin bikevinê ji bo pêk anîna aramî û ewlehiya gel piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê.

Yekîneya siwarî li zilgeha li ber golê jî ji bo parastina jiyana kovî xebatan dike û welatî gelekî eleqeyê nîşanî vê yekîneyê dikin.
Fermandarê Tîma Cendirmeyên Siwar Semîh Uyar got ku cara ewil li Wanê peywirê dikin û li peravên Gola Wanê dewriyeyê dikin û piştgiriyê didin pêkanîna asayîşê. Uyar diyar kir ku yekîneya siwar bêtir li herêmên ku wesayît nikarin bikevinê tên bikaranîn.

Qaymeqam Atif Çîçeklî jî qal kir ku tu kêmasiya Edremitê ji peravên Ege û Behra Spî tune û wiha axivî: "Em di her firsendê da dibêjin ku tu kêmasiya Edremitê ji Bodrum, Îzmir, Marmarîs û Fethiyeyê tune, navçeyeke wisa ye ku potansiyela wê ya turîzmê zêde ye. Me bi vê sepanê dîtbariyeke xweş li ser tevdîrên xwe yên ewlehiyê zêde kir. Gelê me ev sepan gelekî eciband. Gelê me di her firsendê da nêzî hespan dibe, wêneyan dikşîne û ji wan hez dike. Axiriyê kêfxweşiya welatiyên me kêfxweşiya me ye."

Ji welatiyan Dîlan Kankoyê jî qal kir ku li Fransayê sepaneke manend dîtibû û yekîneya siwarî gelekî li peravê Gola Wanê tê.
Kankoyê got ku "Ev sepana nû dê piştgiriyê bide ku bi taybetî di nav gel û cendirmeyan da têkiliyên nêztir çêbe. Bi saya vê yekê bala zarokan jî dikşîne. Bi ya min sepaneke gelekî xweş û li cî ye."