Haydar Şahin
11 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Li Elezîzê zarokên astengdar di şahiya bafirokan da hatin ba hev, lîstin û bafirok firandin.
Midûriyeta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ya bajêr ji bo Hefteya Astengdaran li Navenda Şêwirmendiya Malbatê û Rehabilîtasyona Jiyana Bêasteng a Beyyurduyê şahiya bafirokan li dar xist.

Zarokên astengdar ên bi malbatên xwe ra beşdarî şahiyê bûn têra dilê xwe lîstin. Zarokên astengdar paşê bi alîkariya personelên pispor va bafirokên xwe firandin. Di şahiyê da dîmenên xweşik derketin holê.
Suat Kençê Midûrê Bajêr ê Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî got ji bo zarokên astengdar çalakî li dar xistin ku rojeke taybet derbas bikin.

Ozlem Çelîka beşdarî çalakiyê bû jî got ji ber ku beşdarî vê çalakiyê bû gelekî kêfxweş e, dibê her kes ji bo astengdaran balkêş be.
Akîde Dîkbaşê jî wiha got: "Zarokên me li vê derê şa bûn em jî ji bo vê şa bûn. Em ji bo zarokên xwe qîmetê didin çalakiyên wiha. Li ciyên wiha zarokên me gelekî kêfxweş dibin."