23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Zarokên ji Sûra navçeya Diyarbekirê yên ku ji ber êrîşên terorê mecbûr man ku ji malên xwe yên li Sûrê veqetin û li cihên din ên bajêr îkamet bikin digel mektebên xwe ji ber ku ji kîtêb û pêlîstokên xwe jî dûr man xemgîn in.
Hêzên ewlehiyê li beşeke Sûrê piştî qedexeya derketina derve ya ku di 11ê kanûna pêşîn dan destpêkirin ji bo ku hendekên ku terorîstan kolan bên girtin, bergirî bên rakirin, teqemeniyên ku li rêyan hatine veşartin bên îmhakirin û herêm ji hêmanên terorê bên paqijkirin gelekî dixebitin.
Hin malbatên ku ji ber êrîşên terorîstan ji ber tirsa canê xwe ji malên xwe veqetiyan di malên ku li herêmên din ên bajêr kirê kirin de dimînin. Hin malbat jî li ba xizmên xwe dimînin.
Zarokên ku li navçeya Kayapinarê bi malbatên xwe re dest bi jiyaneke nû kirin jî bêriya pirtûk û pêlîstokên ku nekarîn bi xwe re bînin dikin. Balê dikşîne ku digel hewaya sar li ser zarokan cil û bergên tenik hene û pê wan bê gore ne. Jin jî mecbûr dimînin ku cil û firaqên xwe bi ava sar bişon.
- "Em dixwazin ku vegerin malên xwe"
R.Oyê 8 salî yê ku bi malbata xwe re koçê Kayapinarê kir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku gelekî bêriya Sûrê kiriye.
R.O diyar kir ku mala wan ji ber bûyerên terorê ew qas zirar dîtibû ku êdî nedikariyan bi kar bînin û wiha axivî: "Ew der xweştir bû. Eşya û pirtûkên me wir man. Ez dixwazim ku em paş vegerin lê em êdî nikarin biçin, her tiştê me xira bû."
G.Çyê 10 salî yê ku xwendekarê dibistanê ye jî qal kir ku ji pêlîstokên xwe tenê çend heban karî bi xwe re bîne.
G.Ç got dixwaze ku pêlîstokên xwe yên ku li mal mane jî bîne û wiha axivî: "Ez herî zêde bêriya eşya û pirtûkên xwe dikim. Hin hevalên min wir man. Em dixwazin ku biçin lê ew der xira bû. Ew der xweştir bû. Em wir diçûn dibistanê, êvarê dihatin. Em vir nikarin biçin dibistanê."
V.Çyê 10 salî yê ku mehek beriya niha bi malbata xwe re hat Kayapinarê jî got ku bêriya mala xwe ya li Sûrê û dibistana xwe kiriye.
Ji xwendekaran F.Ayê 10 salî jî qal kir ku rojên wan ên li Sûrê xweştir derbas dibûn û wiha axivî: "Hemû pêlîstokên me li mal man. Me tiştên ku em nikarin vir bikin wir dikirin. Me wir bi topê dilîst, em diçûn dibistanê û dihatin. Hin hevalên min hatin lê hin wir man. Em dixwazin ku vegerin malên xwe."