Türkan Tosun
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
KILÎS
Du zarokên ku li Ezeza navçeya Heleba Sûriyeyê birîndar bûn li Kilîsa Tirkiyeyê hatin dermankirin.
Adil Weyselê 13 salî li navçeya Akterînê di êrîşeke bibombe de birîndar bû. Beşar Mihemed el-Haciyê 11 salî jî li gundê Raîlê dema bi muhimatekê va dileyîst muhimar di destan da teqiya û Hacî giran birîndar bû. Herdu zarokên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin dermankirin.
Dema zarok anîn nexweşxaneyê doxtoran dît ku ji bilî birînên wan, hişê zarokan jî diçe û nexweşiya bêhnstendinê jî dest pê kiriye, lê bi saya emeliyat û tedawiyê ew baş bûn.
Dr. Îsmaîl Ozmenê cerahê zarokan ji nûçegihanê AAyê ra got dema zarok ji Sûriyeyê anîne rewşa wan pir giran bûye û wiha axivî: "Di pişta Adil de perçeyekî şerapnelê ya wekî boriyê hebû. Me ew emeliyat kir, pişika wî derman kir. Beşar jî wisa bû, perçeyekî şerapnelê di pişika wî de çikiyabû û xwîn zêde diçû, rewşa wî pir giran bû, lê me ew jî tedawî kir."
Ozmen got piştî tedawiyeke 4-5 rojan a di beşa nexweşiyên giran de wan zarok hildane odeya normal û rewşa wan niha baş e, piştî çend rojan ewê bên derxistin.
Adil Veyselê birîndar wiha behsa bûyerê kir: "Dema ez li ber dikanê bûm teqîneke mezin çêbû û perçeyekî şerapnelê pekiya pişika min. Hevalan ez birim nexweşxaneyê. Ez hinekî tirsiyam, êşa min hebû. Paşê ez anîme Tirkiyeyê. Bila doxtor sax bin bi saya wan ez baş im."
Beşar Mihemed el-Hacî jî got dema wan futbol dilîst hevalên wî perçeyek anîne malê, wan bi çakûç ve şikênandiye û ew tişt di destê wan de teqiyaye.
Hacî got ji ber teqînê ew û hevalên wî birîndar bûne û ew anîne Tirkiyeyê, lê niha rewşa wî baş e.