Haydar Şahin
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ANKARA
Li ava perava Hawaiyê masiyeke ku mak û bavê wê yûnis û balîna ne hat dîtin.
Zanyarên ji bo lêkolînê li perava Hawaiyê digeriyan masiyeke ku ji hêla fizîkî va cuda ye tesbît kirin.
Hat ragihandin ku serê masiyê dişibe balînaya serê wê wekî gilorê ye lêbelê hin cihên masiyê jî dişibin yûnisê.
Hat destnîşankirin di lêkolînan da eşkere bû ku mak û bavê wê masiyê yûnis û balîna ne û masî mê ye.
Hat ragihandin ku xebatên li ser masiyê hê dewam dikin da ku derkeve holê gelo cureyeke teze yan melez e.
Zanyaran diyar kirin ku ev cara ewil nîne ku masiyeke wiha dibînin, herî dawîn di sala 1985an da jî masiyeke wiha hatibû dîtin.
Hat ragihandin ku ev masiya li perava Hawaiyê kêm caran tê dîtin.