21 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê cotkarên ku bi piştgiriya dewletê zebeşên organîk ajotin ji ber xêr û bereketê gelekî kêfxweş bûn.
Cotkarên li navçeyê bi saya projeyên hikûmetê yên ji bo Piştgiriya Pêşketina Çolterê tevlî cotkarî û heywandariyê ji xwe ra sebze û fêkî jî diajon.
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê navçeyê Cezmî Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew piştgiriyê didin hilberîneran û got: "Me îsal li navçeyê 20 hezar şitilê zebeş ê aşîkirî da cotkaran. Ji ber ku wext germ derbas bû zebeş jî baş gihîştin. Cotkarên me ji zebeşên îsal razî man. Cotkarên me êdî zebeş ji bo kêfê najon ew ji bo qezenc, aborî û debara malê diajon. Li gor sala berê îsal zêdebûna ji sedî sed e."
Yilmaz destnîşan kir ku nêrîna "Li Yuksekovayê tiştek hêşîn nabe" bi saya projeyên nû serobin kirin û wiha dewam kir: "Li deşta me demên berê silq diajotin. Niha zebeş û gelek tiştên din jî tên ajotin. Deşta me bi xêr û bêr e. Em gubre û derman naemilînin. Hemû tiştên me bi tevahî organîk in. Tehma zebeşê me ji tehma zebeşên ji derva tên çêtir û xweştir e."
- "Me berê qet xeyal jî nedikir"
Şadî Ertugrul (54) li gundê Demirkonakê bi piştgiriya Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya navçeyê li 3 donim erdê xwe şitilên zebeş danî.
Ertugrul destnîşan kir ku ji şitilên zebeş ên îsal danî nêzî 12 ton zebeş rakir û wiha pê da çû: "Me berê qet xeyal nedikir. Me dest pê kir. Şikir ji Xwedê ra em niha kêfxweş in. Kara pereyê ji zebeş tê ji ya ket û genim tê zêdetir e. Sala bê emê zêdetir zebeş biajon."