21 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
MUŞ
Îdareya Taybet a Bajêr ya Mûşê ji bo rêya gundan dest bi çêkirina asfaltê kirin.
Sekreterê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur, tîmên ku li ser rêya gundên Çatbaşî û Kiyikê dixebitin ziyaret kirin.
Yenturk got ku ew cara ewil e ku rêyên gundan asfalt dikin û wiha axivî:
"Em wekî Îdareya Taybet a Bajêr 20 kîlometre rê qîr bikin. Di dûmahiya van xebatan em ê nêzî 36 milyon lireyî pere xerc bikin."
Mixtarê gundê Kiyikê Mustafa Sonmez got ku ev cara ewil e rêya gundê wan tê qîrkirin û ji ber vê yekê ew gelekî kêfxweş in.