21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
MUŞ
Li Mûşê xebatkarên ku di bexçeyên fêkiyan û zeviyên silqan da dixebitin, di meha remezanê da ji bo rojane 50 lire qezenc bikin tevrik û kaxê dikin.
Digel hewaya germ û qêleqija havînê xebatkarên ku karê kax û tevrikê dikin ji bo rojane 50 lire qezenc bikin di bexçeyên fêkiyan û zeviyên silqan da dixebitin.
Ji xebatkaran Hikmet Çeptîn daxuyanî da û wiha got: "Ez ji bo ku bixebitim ji Şanliurfayê hatim Mûşê. Bi salan e ez karên bi vî rengî dikim."
Çeptîn diyar kir ku di rojiya remezanê da jî em dixebitin.
Bahar Koça ku tevî malbata xwe hatiye Mûşê jî wiha got: "Ber destê sibehê em dest bi kar dikin. Heta fetarê em dixebitin. Zor e, lê em mecbûr in. Piştî ku kar qediya ji bo komkirina findiqan em ê herin Orduyê."