Fatih Gazioğlu
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
Kulîlkên pitpitkê yên ku di gelek helbest, efsane û stranan de derbas dibe zeviyên Wêranşehira navçeya Şanliurfayê xemilandin.
Kulîlkên pitpitkê li Başûrê Rojhilata Anadoluyê her sal di meha nîsanê de vedibin. Pitpitkên ku exlebê bi xwe vedibin rexên rê û zeviyên navçeya Wêranşehrê xemilandin.
Kulîlkên pitpitkê li zeviyên ku li taxa Kargaleya ku ji navçeyê 20 kîlometre dûr hêşîn dibin. Welatiyên derûdorê eleqeyeke mezin nîşanî kulîlkan didin. Gelek kes bi taybet bona kişandina wêneyan tên herêmê.

- "Baran îsal kêm barî, wê jî li ser kulîlkan tesîr kir"
Ji gundiyan Mehmet Erkan got ku her sal dûmahiya meha adarê kulîlkên pitpitkê vedidin û herêmê bi rengê sor dixemilînin.
Mehmet Erkan wiha got:
"Kulîlkên pitpitkê gava ku baran dibare hê zêdetir vedibin. Îsal baran kêm barî. Vê jî li ser kulîlkên pitpitkê tesîr kir. Îsal jimara kulîlkan hê kêmtir e. Rojên dawiya hefteyê li vê derê qerabalixeke mezin çêdibe. Gelek kes ji wilayetên derûdorê ji bona kişandina wêneyan tên vê derê. Hin kes jî ji xwe re seyranê dikin."
Ji zarokan Nîsa Erkanê jî got ku ew her sal tê vê derê bi hevalên xwe re di nav kulîlkan de dileyîze.