Fatih Gazioğlu
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
SÊRT (AA) - Soryaza beyanî ya ku li zozanên Sêrtê hêşîn dibe tê komkirin êdî li ser dezgehan tê firotin.
Soryaza beyanî li zozanên Herekol û Çemîkareyê di navbera 20 rojan de hêşîn dibe. Navê vê pincara cisnekî sîrimê ye li bajêr bi Kurdî bi navê 'soryaz'ê tê zanîn û kîloya wê di navbera 5 û 10 lireyî de tê firotin. Soryaza beyanî dixin nav savarê yan jî pê nan çêdikin.
Ji esnafan Muzaffer Uluz got ku soryaza beyanî li bajêr eleqeyeke baş dibîne û ew soryazê hin caran jî dişînin dervayê Sêrtê û Uluz wiha got:
"Heqeten tehmeke cuda di vê giyayê de heye. Ev pincara gava ku cihên bikevir hêşîn dibe wê çaxê tehma wê hê xweştir e. Bi xêra hizûrê êdî em dikarin derkevin zozanan. Êdî em natirsin. Hizûr tiştekî cuda ye."
Şakir Çelîkê ku ji Stenbolê hatiye Sêrtê got ku wî jî 13 kîlo soryaza beyanî kiriye û wiha axivî: "Em dikine nav nanê tenûrê. Hin caran jî dikine nav savarê. Ez û malbata xwe ji soryazê zehf hez dikin."