ŞANLIÛRFA
Deşta Herranê ya berê lê av kêm bû, niha welatiyên başûrê rojhilatê lê masiya digrin.
Bi saya Projeya Anadoluya Başûrê Rojhilatê (GAP) ya ku projeya herî mezin a di dîroka komarê de, niha li herêmê av heye. Her wiha axa ku hesreta avê bû, niha bi hatina avê guherî.
Niha li herêmê çandiniya avî hêsanî tê kirin û deşta ku lê bi salan av nebû niha masî jî tên girtin. Welatî bi tor û nîkên ku li gor derfetên xwe çêdikin, masiyên çemê Feratê yên di kanalên boriyên avê de tên deşta Heranê, digrin. Her wiha welatî bi tehma masiyên xweş mest dibin.
Îbrahîm Berraksû daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku masiyên di kanalên boriyên avê de tên û dikevin ava newalê, lê mezin dibin.
Berraksû got ku ji çend rojan carekê tevî hevalên xwe tên herêmê, masiyan digrin û kêf dikin.
Berraksû got ku xeyal nedikirin da ku rojekê li deşta Heranê masiyan bigrin û wiha dewam kir: "Li herêma me çanda masiyan nîne lê bêlê bi hatina ava Bendava Atatirkê re, li herêmê masîvanî geş bû."