Li Mêrdînê bi tevkariya Şaredariya Mezin a Mêrdînê û ZMAyê panela bi navê "Ji dîrokê Heta Îro Êzdî û Drama Wan" hat li dar xistin. Di panelê de Qedri Yildirim Axivî ü wiha got: "Komên çekdar ên li Iraqê ên li dijî Iraqê şer dikin ne tenê ji bo kurdên li rojava ü şengalê di heman demê de ji Kerkûk, Bexda, Hewlêr ü heta ji Xezeyê re ji garantiye.
Yildirim wiha dewam kir:
"Mirov dema ku him li çavkaniyên êzdiyan him jî li çavkaniyên din dinêre serwext dibe ku heta niha li ser êzdiyan 73 komkujî hatine kirin û hejmara komkujiyan tevî ya ku DÎŞIyê kir ve derket 74an." ü wiha dewam kir
Hêvî dikim ku ev qetlîyam ya dawîn be. Li gor lêkolînên min ên li ser êzdiyan kir, heta îro li ser êzdiyan komkujiyen biferman ü bifetva ji bilî vê komkujiyên bêfarman ü bêfetva hatine kirin. Min tespît kir ku hejmara van komkujiyan herî kêm 20 e. Em zanin ku di salên 1800î di de begê soranan Mihemed Paşa ü Bedirxan Paşa jî mohra xwe ji van komkujiyan dudiya xistiye.
Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî got ku ev bi tevkariya parlementer, serokên şaredariyan, saziyên civakî yên sivîl, digel karsazan ji bo alîkarî dayîna êzdiyan dest bi xebatan kirin. Turk got îro tevahî 5 hezar ü 596 birayên me yên êzdi li Tirkiyeyê ne.