Fırat Taşdemir
14 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2026
Li gorî baweriya Îslamê Şeva Mîracê ew şev e ku Pêxemberê Îslamê Mihemed ji Mescida Heramê ber bi Mescida Eqsayê va çûye û ji wir jî bi vexwendina Xwedê ber bi ezmanan va hilkişiyaye. Ev şeva ku weke şeva aramiya îlahî tê hesibandin, dê Îro were îdrakkirin.
Ev bûyera ku wekî "mucîzeya Îsra û Mîracê" tê binavkirin di Sûretên Îsra û Necmê yên Quranê da tê behskirin. "Bûyera Îsrayê" behsa rêwîtiya Hz. Mihemed ji Mekkeyê ber bi Qudsê di şevekê da dike, lê "bûyera Mîracê" behsa rêwîtiya wî ya ber bi asîmanan va dike.
- Nimêjên pênc wextan ên rojane di Şeva Mîracê da ferz bûn
Di Şeva Mîracê da pênc danên nimêjên rojane ferz bûn, mizgînî hat dayîn ku ew kesên ku şirîkan ji Xwedê ra çênakin dê werin bexişandin û her 2 ayetên dawîn ên Sûretê Beqereyê ya Qurana Pîroz ku bi "Amenerrasulû" dest pê dikin, daketin.
Her wiha di vê şevê da Xwedê binemayên rewişt û fezîletê, wekî ku di Sûretê Îsra da hatine gotin, ji Hz. Mihemed ra eşkere kir ku armanc ew e mafê jiyan, şeref û rûmeta mirovan biparêze û aramî û ewlehiya civakê misoger bike.
- "Ev şev ji bo parastina hişmendiya pîroziya Mescida Eqsayê tê bîranîn"
Pisporê ji Lijneya Bilind a Karûbarên Dînî Omer Tiryakî ji nûçegihanê AA ra got ku Şeva Mîracê di şeva 27emîn a meha Recebê da tê yadkirin.
Tiryakî diyar kir ku ev şev di Îslamê da xwedî giringiyeke mezin e û got:
"Her çend ji bo vê şevê îbadetekî taybetî tunebe jî Misilman bi sedsalan e bi îbadetên nafîle û bernameyên bîranînê şev û roja Mîracê dişopînin. Ji bo yadkirina ferzbûna nimêjên rojane û hişmendiya ku Mescida Eqsayê ji bo Misilmanan pîroz e were parastin, bûyera Îsra û Mîracê tê bîranîn. Her wiha tê armanckirin ku hişmendî ji nifşên siberojê ra bê hiştin."